Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlî Beytê (S.X)- ABNA -Çavkaniyên medyayî ji gera nû ya êrişên balefirên şer ên Amerîkayê bo ser parêzgehên Sana û Hudeydeyê li Yemenê ragihandin.
Balafirên şer ên Amerîkayê 2 caran herêma “El-Sama” ya navçeya “Erheb” a parêzgeha Sanayê li bakurê Yemenê bombebaran kirin.
Her wiha bendera Ras Îsa ya petrolê li parêzgeha Hudeyda li rojavayê Yemenê 4 caran ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve hat bombebarankirin. Balafirên şer li herêma El-Mûnîre ya girêdayî parêzgeha El-Hûdîdeyê êrîşek hewayî pêk anîn.
Firokên cengê yên Amerîkayê berdewam in li ser esmanê parêzgeha Hudeyda li rojavaya Yemenê û dibe ku ev firoke hin deverên din li vê parêzgehê bikin armanc.
................................
Dawiya peyamê/
Tags
Yemen
Emrîka
18 April 2025 - 00:27
News ID: 1550079

Herêmên rojava û bakurê Yemenê bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Your Comment